Macron: Emê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin

Macron: Emê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin

.

A+A-

 Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatê wî dê li ser piştgirîkirina Pêşmerge de berdewam be.

Serokomarê Fransayê di bersiva pirsa peyamnêrê  Kudistan 24ê de ragehand ku dê di hevkariya ji bo Pêşmerge re berdewam bin û hevbeşiya wan jî heye.

Macron di derbarê Hewlêrê jî got: ‘’Hûn dizanin em çiqas giringiyê didin ewlekariya hêzên xwe û ewlekariya hevalbendên xwe li tevahiya navçeya, lewra em gelekî pêbend in û me sîstema xwe li wir bi cih kiriye.’’

Herwaha got: ‘’Li Hewlêrê sîstema me ya Patriot nîne, lê me xwe guncav kiriye,  Sîstemên me bi leşker û hêzên me yên taybet re li wir hatine bicihkirin, da ku hêzên xwe û herwaha hevalên xwe biparêzin.’’

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin