Macron: Em dewleta Filistînê nas dikin û ev têkçûna Hemasê ye

Macron: Em dewleta Filistînê nas dikin û ev têkçûna Hemasê ye

.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku welatê wî dewleta Filistînê bi awayekî fermî nas dike.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî.

Emmanuel Macron anî ziman ku ew nikarin ji bo naskirina dewleta Filistînê zêdetir li bendê bimînin û got:
"Em Dewleta Filistînê nas dikin. Naskirina dewleta Filistînê bi vî awayî, têkçûneke ji bo Hemasê ye."

"Tiştên li Xezeyê diqewimin nayên meşrûkirin"

Macron diyar kir ku tiştên li Xezeyê diqewimin bi ti awayî nayên meşrûkirin û destnîşan kir ku divê jiyan asayî bibe.

Macron careke din banga berdana "tavilê û bêmerc" a dîlên di destê Hemasê de kir û got, “Êdî tiştek berdewamiya şerê Xezeyê rewa nake."

Macron her wiha bi awayekî fermî ragihand ku welatê wî Dewleta Filistînê nas dike û got:

"Êdî tiştek berdewamiya şerê Xezeyê rewa nake. Berevajî, her tişt hewce dike ku şer niha an jî hîn zûtir bi dawî bibe.

Bi pabendbûna bi girêdana dîrokî ya Fransayê ya bi Rojhilata Navîn re, ez îro radigihînim ku Fransa Dewleta Filistînê nas dike.”

Wî her wiha got ku ev naskirin dê tiştekî ji mafên rewa yên Îsraîlê kêm neke û dê xizmeta ewlehiya Îsraîlê jî bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin