Macid Şingalî: Rêkeftin hatiye kirin YBŞ ji bajarokan derkeve

Macid Şingalî: Rêkeftin hatiye kirin YBŞ ji bajarokan derkeve

.

A+A-

Macid Şingalî, parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di parlamentoya Iraqê de dibêje, Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bi amadebûna maqûl û serok eşîrên Şingalê li hev kirine ku hêzên YBŞê ji gund, bajarok û cihên niştecihbûn derkevin.

Endamê Parlamentoya Iraqê Macid Şingalî îro Îniyê 6ê Gulana 2022an derbarê rewşa herî dawîn a li Şingalê ji Rûdawê re ragihand, herî dawî rêkeftinek di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de hatiye kirin û li gor rêkeftinê divê çekdarên YBŞê ji nav gund û bajarokan derkevin.

Macid Şingalî got, “Li gor rêkeftina dawî ya di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de bi amadebûn û li ser daxwaza serok eşîr û kesyatên Şingalê, biryar hatiye dan ku hêzên YBŞê ji gund û bajarokan biçin derve û li cihên niştecihbûnê nemînin. Rêkeftin hatiye kirin, baregeh û çekdarên wê hêzê li ti cihekî ku mal û cihê xelkê lê hebe, nebe.”

Şingalî diyar kir, “Ji ber vê rêkeftinê heta qasekî rewşa Şingalê û derdora wê aram bûye, lê belê bi giştî ti garantiyek nîne û dibe ku di her demekê de rageşî dest pê bike, çimku hebûna YBŞê û hêzên nêzîkî PKKê li wê navçeyê pirsgirêk û serêşî ne bo navçeyê.”

Wî parlamenterê PDKê yê di parlamentoya Iraqê de hikûmeta Iraqê jî bi tundî rexne kir û got, “Hikûmeta Iraqê di rêya Heşda Şeibî re beşdar e di pirsgirêkên navçeya Şingalê de û eger rast dibêje û dixwaze pirsgirêka Şingalê bê çareserkirin, divê pere û çek û teqemeniyan li ser hêzên wek YBŞê û hêzên din ên ne Iraqî qut bike.”

Li aliyekî din, Rêveberê Nahyeya Sinûnê, Nayid Seydo jî îro ji Rûdawê re derbarê rewşa navçeyê de axivî û diyar kir, Rewşa Sinûnê û navçeyên derdorê niha li gor rojên derbasbûyî aramtir e. Em hêvî dikin pirsgirêk dernekevin.

Di her du rojên destpêkê yên Gulanê de, li sînorê qeza Şingalê di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de şerekî giran derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedema şerê navbera YBŞê û artêşa Iraqê, bi hezaran kes ji Kurdên Êzdî yên sînorê Şingalê careke din koçber bûn û berê xwe dan kampên li sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê, Pîr Deyan Pîr Ceifer jî îro ji Rûdawê re ragihand, “ji roja 2ê Gulana 2022an ve hatine koçberan ji Şingalê ve bo Duhokê dest pê kir û heta îro 1711 malabt ku hejmara wan 10,261 kes in, koçberî Duhokê bûne.”

Pîr Deyan da zanîn, ji wê hejmarê 1,100 malabt di kampan de hatine bicihkirin û yên din jî li derveyî kampan çûne cem kesûkarên xwe yan malek kirê kirine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin