Lloyd Austin red dike ku Amerîkayê dest di rûdana helîkoptera Reîsî de hebe

Lloyd Austin red dike ku Amerîkayê dest di rûdana helîkoptera Reîsî de hebe

.

A+A-

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê tekezê dike ku Amerîkayê bi çi awayan dest di rûdana helîkoptera Serokê Îranê û şanda wî de nîne.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Amerîkayê çi rol di wê rûdanê de nebû”.

Lloyd Austin bersiva wan tometên Îranê da û got, “Ez guh nadim wê yekê ka ew çi dibêjin û kê tawanbar dikin, divê vekolanan bikin ji bo ku sedema wê rûdanê bizanin”.

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Dibe ku şkestina mîkanîkî, şaşîtiya balafirvanî an yek ji wan mijaran be”.

Tevî wê yekê jî di derheqa keftina wê helîkopterê de got, “Em gelek xemgîn in”. Austin herwesa red kir ku di vê demê de behsa rewşa hêzên Amerîkayê bike ka gelo piştî wê rûdanê guhertin dê bi ser de bên an na.

Pêştir Wezîrê Derve yê Îranê yê berê Mihemed Cewad Zerîf ji aliyê xwe ve Amerîka li ser karesata keftina wê helîkopterê berpirsyar dît, ji ber rêgirtina li firotina balafir û parçeyên zêde ji bo Îranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin