Liz Truss bû Serokwezîra nû ya Brîtanyayê

Liz Truss bû Serokwezîra nû ya Brîtanyayê

.

A+A-

Liz Truss di hilbijartina serokatiya Partiya Parêzgaran de piraniya dengan bi dest xist û hem bû Seroka Partiya Parêzgaran, hem jî Serokwezîra Brîtanyayê.

Îro Duşemê 5ê Îlona 2022an li Brîtanyayê hilbijartinên serokatiya Partiya Parêzgaran birêve çû. Wezîra Derve ya berê ya Brîtanyayê Liz Truss bi 81 hezar 326 deng bi dest xistin û hem bû Seroka Partiya Parêzgaran, hem jî Serokwezîra Brîtanyayê, hevrikê wê Rishi Sunak jî 60 hezar 399 deng bi dest xistin.

Wezîra Derve ya berê ya Brîtanyayê Liz Truss a 47 salî, di dema 12 dîbeytên bangeşeya serokwezîrtiyê de soz dabû ku wê têçûya jiyanê û baca li ser xelkê kêm bike, li ser şandina çekan ji bo Ukraynayê berdewam be û li dijî koçberên neyasayî raweste û wan bişîne Rwandayê û çend welatên din.

Berbijêra Serokê Partiya Parêzgaran Liz Truss gotibû, “Çareseriya pirsgirêka belemên biçûk ên Tengava Îngilîz. Min piştgiriya pirsa Rwandayê kir. Divê hejmara welatan zêde bikin. Lê ez teqez dikim ku yasayî were kirin da ku Dadgeha Ewropayê nikaribe biryaran derbarê me de werbigire, her wiha em biryaran di siyaseta xwe de derbarê sînorên xwe bidin.”

Li Brîtanyayê piştî ku serokwezîrê berê Boris Johnson dest ji kişand, Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê yê Kurd Nedîm Zehawî jî di nav de, Wezîrê berê yê Darayî Rishi Sunak, Dozgera Giştî Suella Braverman, Wezîrê Dewletê ji bo karûbarên Dad û Wekheviya Civakî Kemi Badenoch û Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran Tom Tugendhat di lîsteya berbijêriya serokatiya Partiya Parêzgaran de navên xwe tomar kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin