
Lîwa Ebdulxaliq Talat: Tê texmînkirin ku gelek mayîn li nav deverên PKKyê hene
.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî gaveke giring a aştiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi nav kir û got dibe ku li wan deveran gelek mayîn hebin.
Duh, Roja Înê, 11ê Tîrmeha 2025an, di bersiva banga serokê partiyê yê girtî Abdullah Ocalan de, 30 çekdarên PKKyê çekên xwe danîn û li ber kamera û şandeyeke mêvan ew şewitandin.
Li ser vê mijarê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, Lîwa Evdilxaliq Talat, ji BasNewsê re got:
"Tişta ku hat kirin ji bo me giring e ji bo vejîn û vegera jiyanê ya 500 gundên Herêma Kurdistanê. Turîzm, çandinî û ji nû ve avakirin a di warê karûbarên sînor de dê roleke girîng be. Di pêşerojê de bi vê pêvajoya çekdanînê dê rehetî vegere herêma herî giring û stratejîk a Kurdistanê."
Wî herwiha got, gelek kes û veberhêner ji welatên din dixwazin ku werin Herêma Kurdistanê û di warê geştiyariyê de, hin kes dixwazin li van deveran veberhênanê bikin, lê ji ber hebûna PKKyê û bombebaranên Tirkiyê nedikarîn van deveran ji nû ve ava bikin.
Talat diyar kir:
"Herêmên di bin kontrola PKKyê de 35 sal in ku şer li wan tên kirin, ji ber vê yekê dibe ku mayîn lê hebin, ji ber vê yekê divê ev herêm bi alîkariya saziyên navnetewî yên taybet ku bi rakirina mayînan radibin û herweha bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî re werin paqijkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wek her carê dê bi rola xwe ya avakirina wan herêman rabe.’’
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin