Lîste diyar bû: Artêşên herî bihêz ên cîhanê kîjan in?

Lîste diyar bû: Artêşên herî bihêz ên cîhanê kîjan in?

.

A+A-

20 artêşên herî bihêz ên cîhanê yên sala 2025an hatin diyarkirin.

Amerîka û Rûsya wekî her car di rêza yekem û duyem de ne.

Navenda Global Firepowerê ya Amerîkî, di rapora nîvê duyem a 2025an de ev lîste belav kir.

Navenda Amerîkî salane lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê belav dike.

Ji bo vê yekê 60 faktor li ber çavan tên girtin.

Ji hêza leşkerî heta hejmara leşkeran, budceya parastinê, hêzên bejahî, deryayî û asmanî.

Her wiha şiyana lojîstîk, teknolojiya leşkerî, pêgeha cografî û gelek faktorên din jî hene.

Di rapora herî nû ya navenda Amerîkî de, artêşa Amerîkayê ya herî bihêz a cîhanê ye.

Artêşa Ukraynayê di rêza 20î de cihê xwe girtiye.

Tirkiye artêşa 9emîn a herî bihêz a cîhanê ye.

Îsraîl di rêza 15an, Îran di rêza 16an û Misir jî di rêza 19an de ye.

Pênc welatên Îslamî di vê lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê de cihê xwe girtiye.

Ew jî Tirkiye, Pakistan, Endonezya, Îran û Misir in.

Lîsteya 20 artêşên herî bihêz ên cîhanê yên sala 2025an wiha ye:

1- Amerîka

2- Rûsya

3- Çîn

4- Hindistan

5- Koreya Başûr

6- Brîtanya

7- Fransa

8- Japonya

9- Tirkiye

10- Îtalya

11- Brezîlya

12- Pakistan

13- Endonezya

14- Almanya

15- Îsraîl

16- Îran

17- Spanya

18- Awistralya

19- Misir

20- Ukrayna

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin