Lindsey Graham: Gumanên me ji peymana HSD û Şamê hene

Lindsey Graham: Gumanên me ji peymana HSD û Şamê hene

.

A+A-

Senatorekî navdar ê Amerîkayê berê sibehê dilgiranî û gûmana xwe li ser peymana nû ya agirbestê ya di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anî zimên û hişyarî da ku hîn agahiyên hûrgilî negihiştine Washingtonê.

Senatorê Komarî û kesayetiya nêzîkî Trump Lindsey Graham ragihand, ne ew û ne jî ti senatorên din agahiyên têrker li ser wê peymanê wernegirtine ku roja 18ê Kanûna Paşîn piştî şer û pevçûnên giran ên di navbera HSD û Şamê de hat ragihandin.

Lindsey Graham li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û got:

"Ez hêvîdar im ku sozeke bi hêvî be û guherîneke mezin çêbike lê dilgiranî û pirsên min hene."

Peymana ku ji 14 xalan pêk tê, daxwaza vekişîna hêzên HSDyê ji parêzgehên sereke yên wekî Reqa û Dêrezorê û tevlîkirina şervanên HSDyê bi awayekî ferdî li nav wezaretên parastin û navxwe yên Sûriyeyê dike, ew jî piştî lêkolîna ewlehiyê.

Her wiha li gorî peymanê, kontrola zeviyên petrol û gazê, deriyên sînorî û girtîgehên sereke yên gumanbarên DAIŞê radestî hikûmeta navendî ya Şamê tên kirin.

Beriya ku bigihêjin peymanê, hêzên hikûmetê rojên borî bi lez pêş ve çûn û gelek cih kontrol kirin ku di nav wan de bendav, zeviyên petrolê û bajarokên wekî Tebqa û beşek ji Dêrezorê hene.

"Pirsên min ji bersivan zêdetir in"

Grahamê ku demeke dirêj e piştevaniya HSDyê dike wekî hêzekê ku rola sereke di têkbirina DAIŞê de lîstiye, tekezî li ser girîngiya wê hevkariyê kir û got:

"Bi salan e, em mil bi milê HSDyê ku piraniya wan Kurd in, ji bo têkbirina DAIŞê xebitîn.

Yek ji berjewendiyên sereke yên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê, hevkariya me ya bi HSDyê re bû."

Wî senatorî gelek pirs li ser hûrgiliyên peymanê kirin û pirsî ka gelo ev peyman ji bilî Tirkiyeyê bi hevkarên din ên herêmî re hatiye gotûbêjkirin yan na?

Her wiha pirsî bê ka hêzên Tirkiyeyê beşdarî pêşveçûnên dawî yên li dijî herêmên di bin kontrola HSDyê de bûne yan na.

Graham her wiha pirsî bê ka peyman rê dide hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê di paşerojê de û gelo şêwirmendî bi Îsraîlê re hatiye kirin û wê ti pêşniyar pêşkêş kirine yan na.

Senatorê Amerîkî got, "Pirsên min ên li ser vê peymana agirbestê ya dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de ji bersivan zêdetir in.

Ez yek ji wan senatoran im ku pêwendiyeke min a nêzîk bi HSDyê re heye û ez di demeke herî nêzîk de li benda bersiva tam a van pirsan û zêdetir im."

Dawî li 10 salên xweseriyê tê

Peyman guherîneke mezin e di rewşa Sûriyeyê de piştî rûxîna desthilata Beşar Esad a sala 2024an.

Her wiha dawî li rêveberiya xweser a zêdetirî 10 salan a herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê tîne û piraniya welêt dixe bin desthilata serkirdayetiya nû ya veguhêz a bi serokatiya Ehmed Şer.

Şam vê peymanê wekî gavekê ber bi yekkirina Sûriyeyê ve dibîne, her çend hîn ne zelal e bê ka hûrgiliyên wekî lêkolîna ewlehiyê, rêveberiya xwecihî ya li herêmên Kurdistanî yên wekî Hesekê û garantîkirina mafên pêkhateyan dê çawa bên bicihanîn

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin