Lindsey Graham: Em naxwazin Îraq parçe bibe

Lindsey Graham: Em naxwazin Îraq parçe bibe

.

A+A-

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham got, “Em dixwazin yekîtiya Îraqê biparêzin, em parçebûna wê naxwazin.”

Senatorê Komariyan ê Amerîkayî Lindsey Graham destnîşan kir ku rewşa Îraqê aloz e û dê ev rewş salên pêşiya me jî wiha berdewam bike.

Lindsey Graham piştî hevdîtina xwe û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li Washingtonê bi Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washington Diyar Kurde re axivî.

Lindsey Graham diyar kir ku wî û Sûdanî mijarên wekî “DAIŞ, bandora DAIŞ ya li herêmê, yekîtiya Îraq û Kurdan” nirxandine.

Lindsey Graham da zanîn ku “Vegera DAIŞê ne di berjewendiya ti kesî de ye” û berdewam kir:

“Civîna me gelekî baş bû, em li sêr rêkarên ji bo astengkirina vegera DAIŞê û li ser aramiya Îraqê axivîn.”

“Pêwendiya we ya bi Îranê re cuda ye”

Graham amaje bi êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê jî kir û got:

“Rewşa li herêmê bandorê li Îraqê jî dike.

Ez dizanim pêwendiya we ya bi Îranê re cuda ye û ez rêzê lê digirim.

Li gorî min, di berjewendiya Amerîkayê de ye ku li Îraqê yekîtî çêbibe û ji aliyê aborî ve wekî yek welatî bi pêş bikeve.”

“Em parçebûna Îraqê naxwazin”

Lindsey Graham amaje bi pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê jî da û pê de çû:

“Rastî ev e, li ser parvekirina dewlemendiyên Îraqê nîqaş hene.

Em dixwazin yekîtiya Îraqê biparêzin, em parçebûna wê naxwazin.

Ev mijareke tevlîhev e û dê gelek salan jî wiha bimîne lê ez ji bo her du aliyan jî hêvîdar im.

Ez dikarim li ser Îraqê vê bibêjim: Şîe, Sunî, Kurd û Mesihî dikarin bi hev re bijîn.”

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm kiribû û kota jî rakiribû.

Lindsey Graham diyar kir ku wî dilgiraniya xwe li ser vê mijarê ji Sûdanî re gotiye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin