Li Zaxo beşek ji Kiristiyanan ji ber şer diçin derveyî welat

Li Zaxo beşek ji Kiristiyanan ji ber şer diçin derveyî welat

.

A+A-

Bi sedema operasyon û êrişên Tirkiyê , xelkê gundên Kiristyannişîn ên Zaxoyê nikarin biçin nav rez û baxçeyê xwe, ev yek jî bûye cihê dilgiraniya wan.

Welatiyê Kiristiyan ê bi navê Emîr Nîsan ji ber şerê di navbera Tirkiye û PKKê de ji gundê xwe Şeranşê koçber bûye li komelgeha Bêrsiv nîştecih bûye.

Emîr Nîsan ê 65 salî ku xelkê gundê Şeranşê ye bax û baxçeyên xwe bicih hiştiye, pasaporta xwe amade kiriye û dibêje her dema dibistan bi dawî were ew dê destê kurê xwe û herdu neviyên xwe bigirim vî welatî bi cih bihêlin û berê xwe bidin Australya.

Ziyanpêketî Emîr Nîsan Gorgîs got: “Çend caran min xanî çêkirin. Ez niha 65 salî me, lê ev cara pêncemîn e ku ez koçber dibim. Ne carek û ne du caran, hema hemû temenê bi weke aware derbas bû. Me niyet heye êdî em li vir nemînin û em biçin Australya.”

Ji nêzîkî 20 gundên Kirîstyanên Zaxo 9 ji wan vala bûne. Qeşe John Dawud pênc sal pêş niha qeşeyê 85 malbatên gundê  Şeranşê bûye, niha ji ber ku gund vala bûye ew jî koçber bûye.

Qeşeyê Dêra Bêrsivê John Dawi Hena dibêje: “Gundên nêzîkî çiyayî niha xelk tê de nînin û dêr jî hatine girtin. Em daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê, Kurdistan û Iraqê dikin ev kar bo Xirîstiyanan bê vegerandin û nabe dêr bêne girtin. Çênabe mala Xwedê bê girtin.”

Operasyonên artêşa Tirkiyê ya bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê nêzîkî çar salan e dijwartir bûne û heta vê gavê jî xelkê wan navçeyên şer nehatine qerebûkirin.

Qewmiqamê navçeya Batîfayê Ferhad Mehmûd jî got: “Ziyan li devera me bûye, lê nayê zanîn çend e, ji ber ku dever ne aram e. Me nekariye em xwe bigihînin wan deveran ku bizanin çend ziyan bûye.”

Zêdeyî 130 gundên îdara Zaxo, dikevine li zincireya Çiyayê Xamtîr di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de û nêzîkî 50 gundan vala bûne û xelk tê de nemane.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin