
Li Zanîngeha Kurdistanê xwendekarên Kurd û biyanî bi hev re fêrî zanist û jiyanê dibin
.
Zanîngeha Kurdistanê ya li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê cihê komkirina xwendekarên parçeyên Kurdistanê û yên biyanî ye 37 sal in li xizmetê dike.
Her sal bi hezaran xwendekar li Zanîngeha Kurdistanê bawernameyan ji heft kolej û 53 beşên cihê werdigirin.
Zanîngeha Kurdistanê ji 170 zanîngehên Îranê di rêza 9an de ye.
Li aliyê din, xelata herî bilind a zanistî ya ku her sal li tevahiya Îranê tê dayîn û li 20 mamosteyên zanîngehê tê belavkirin, îsal 2 mamosteyên Kurd di nav wergirên wê xelatê de bûn.
Prof. Ebdullah Selîmî û Dr. Hesen Bêwranî her du jî li Zanîngeha Kurdistanê mamoste ne, xelat standine.
Prof. Ebdullah Selîmî ji Rûdawê re got:
“Xelatê didin wan kesan ku karên baş kirine û xebat di bipêşxistina xwendekaran de kirine.”
Ji bilî pêşkêşkirina zanist û zanyariyên hevdem û wergirtina bawernameyê, yek ji taybetmendiyên Zanîngeha Kurdistanê ew e ku di her polê de xwendekarên heft welatên cihê bi hev re dixwînin ku ev jî derfetek e ji bo naskirina çandên cihê.
Kojîn Merwan û Ehmed Umêd du xwendekarên zanîngehê ne û ji bo xwendinê ji Hewlêr û Kerkûkê berê xwe daye Sineyê.
Berpirsê Pêwendiyên Navneteweyî yên Zanîngeha Kurdistanê Dr. Hebîb Silmanî ji Rûdawê re anî ziman:
“Em li gorî rêzkirina Timesê, di navbera 1001 û 1200î de ne, ev jî rêzbendiyeke qebûlkirî ye li ser asta cîhanê.”
Zanîngeha Kurdistanê girîngiyeke taybet dide aliyê pratîk û teorîk ê di hemû wan beşên ku pêwîstî pê heye.
Bi awayekî pratîk, xwendekar tên perwerdekirin û fêrî pîşeyên xwe dibin, ev jî wan ji bo bazara kar amade dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin