Li Xarpêt û Rihayê barîna baranê bû sedema lehiyan

Li Xarpêt û Rihayê barîna baranê bû sedema lehiyan

.

A+A-

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û ligel zeviyên çandiniyê hejmarek xanî, dibistan û axûr jî di bin avê de man. Herwiha li parêzgeha Rihayê jî bi sedema barîna baranê, li gelek cihan av kom bû û li hin cihan lehî rabû. Li seranserê Bakurê Kurdistanê ew 2 roj in barîna baranê berdewam e û li çend parêzgehan bû sedema rabûna lehiyan.

Li navçeya Akçakirazê ser bi navenda parêzgeha Xarpêtê ji şeva borî ve baran dibare û îro Duşemê 27ê Adara 2023an ji ber barana zêde zeviyên çandiniyê, xanî, dibistan û hejmarek axûr jî di bin avê de man. Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên girêdayî şaredariyê li taxên ku lehî çêbûye dest bi kar kirine û li gor zanyariyan barîna baranê jî berdewam e.

Serokê Şaredariya navçeyê Sabahattin Kaya ragihand ku ji ber barana zêde li 10 taxan lehî rabûye û bûye sedema zerara madî ku ji ber axûr di bin avê de mane êm û gubreyê ajeldaran têk çûye.

Li Rihayê barîna baranê jiyana rojane ya welatiyan zehmet kiriye

Li parêzgeha Rihayê jî baranbarînê bandor li jiyana xelkê kiriye û jiyana welatiyan zehmet kiriye.

Li bajarê Rihayê ji demjimêrên nîvro yên 26ê Adarê ve baranbarînek bi hêz destpê kir û li gelek cihan av kom bû û di trafîkê de astengî çêbûn û welatiyan kêliyên zehmet derbas kirin.

Li gor agahiyên keşnasiya Tirkiyê, dê baranbarîn îro 27ê Adarê jî li wê parêzgehê berdewam bike. Li vî bajarî dîsan metirsiya rabûna lehiyê heye.

Her wiha li gelek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî baran, şilope û berf dibare û egera lehiyê li hin bajaran heye.

Di 15ê Adarê de li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê lehî rabibû û 21 kesan canê xwe ji dest dabûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin