Li Weqfa Dergeha Şahkulu ya Stenbolê êrîşa çekdarî

Li Weqfa Dergeha Şahkulu ya Stenbolê êrîşa çekdarî

.

A+A-

Hat ragihandin ku li Pendîka Stenbolê li dijî karwaneka alîkariyan a Weqfa Dergeha Şahkuluyê êrîşa çekdarî pêk hatiye.

Li gor zanyariyan, di dema barkirina alîkariyên ku ji bo herêmên erdhejê hatine komkirin de, hejmarek kesên çekdar gule berdane.

Li gor agahiyên destpêkê, kesek ji lingê xwe birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Serokê Weqfa Dergeha Şahkulu li Stenbolê Beyzade Ozkahraman ragihand, “Şaxa me ya Pendikê heye. Ji bo mexdûrên erdhejê gelek alîkarî kom kirin. Bi alîkariyên ku li Şahkuluyê hatin berhevkirin bi kamyonan sewqî Anadoluyê hat kirin. Di erdhejê de me kedeke mezin da. Xwestin dest bi ser kamyonekê de bigirin. Me fêhm kir ku rewşeke weke xesbê heye. Xortan jî li ber xwe dane ku nedin. Di dema berxwedanê de gule hatine avêtin. Hevalekî me birîndar bûye. Bûyer dişibe destbiserdegirtinê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin