Li Wanê yekem santrala enerjiya bayê elektrîkê berhem tîne

Li Wanê yekem santrala enerjiya bayê elektrîkê berhem tîne

.

A+A-

 Li navçeya Westan ser bi parêzgeha Wanê a Bakurê Kurdistanê bi armanca bi enerjiya bayê berhemanîna elektrîkê santralek hat sazkirin û nîştecihên navçeyê ji vê elektrîkê sûd werdigrin.

Reveberê santralê dibêje ji ber erdnîgariya herêmê wan ev proje li vê derê cîbicîkiriye.

Rêveberê Santrala Enerjiya Bayê Riza Sarisaç dibêje “Santrala me li cihekî ku bilindahiya wê ji deryayê 3 hezar metre ye. Ev santrala bayê a elektrîkê li gor bilindahiya xwe li Tirkiyê yekemîn û di asta cîhanê de jî duyemîn santral e.”

Di santrala enerjiya bayê de 23 karker di xebitin û ji ber rewşa hewayê ku piranî rê tên girtin bi makîneyeke kar a taybet tên cihê santralê û karê xwe dikin.

Riza Sarisaç got jî “Hêza santralê 50 megavate yanî 50 hezar kîlovat elektrîk e. Dema rewşa bayê asayî be santral pêwîstiya 50 hezar malan elektrîk berhem tîne.”

Ev proje ji aliyê kompaniyeke taybet  di nîvê sala 2019an de hatiye destpêkirin  û piştî nêzîka 2 salan bi danîna 14 turbînên bayê enerjiya elektrîkê tê berhemanîn.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin