Li Wanê tîmên şaredariyê bi lêdanê midexaleyî welatiyan kirin

Li Wanê tîmên şaredariyê bi lêdanê midexaleyî welatiyan kirin

.

A+A-

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin rê nedan welatiyan ku çayê bifrojin û bi lêdanê midexaleya wan kirin.

Li gor dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin 7ê Nîsana 2022ê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyum ve tê birêvebirin, li cihê ku her sal di meha  Remezanê de welatî piştî fitarê çayê difroşin  bi lêdanê midexaleyî welatiyan dike û dest dîtîne ser kelûpelên wan. Li beramberî vê yekê di navbera welatiyan û tîmên şaredariyê pevçûn derketiye.

Di dîmenan de tê dîtin ku tîmên şaredariyê û otomobîla polîsan bi darê zorê midexaleyî welatiyan dikin û zirarê didin kelûpelên wan.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya 17ê Mijdara 2016an hate desteserkirin û li cihê wî qeyum hate danîn. Heta niha Bekir Kaya girtiye û Şaredariya Wanê ev 6 sale ji aliyê qeyum ve tê birêvebirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin