Li Wanê firokeyeke Tirkîyê ket xwarê: 7 kes mirin

Li Wanê firokeyeke Tirkîyê ket xwarê: 7 kes mirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê firokeyek çavdêrîyê ya Tirkîyê ket xwarê û di encamê de 2 jê firokevan 7 endamên ewlekarîyê mirin.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku firokeya model 2015 ku ji roja Duşemê ve li Wan û Colemêrgê keşif û çavdêrîyê dike roja 15ê Tîrmehê demjimêr 18.35 ji Firokexaneya Ferit Melen a Wanê bi armanca çavdêrîkirinê rabûye.

Soylu dîyar kir ku di nav firokeyê de 2 jê polîs 7 endamên ewlekarîyê hebûn û got: “Derdora demjimêr 22.32 deqeyan herî dawî dema di ser Elbakê re difirî ligel firokexaneyê dikeve têkilîyê û vedigerîya. Piştre derdora 22.45 deqeyan bi tevahî peywendî qut bû.”

Soylu got ku tîmên wan derdora 03.00ê berê sibehê çûne navçeyê û dîtine ku firokeya wan li Çîyayê Artosê ketîye û şikestîye. Soylu dîyar kir ku di nav firokeyê de du jê firokevan 7 karmendên ewlekarîyê canê xwe ji dest dane.

Derbarê sedema ketina wê firokeya çavdêrîyê de heta niha ti zanyarîyek nehate belavkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin