Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xebatkarên tendirustiyê dest bi "Greva Spî" kirin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xebatkarên tendirustiyê dest bi "Greva Spî" kirin

.

A+A-

Îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, pizîşk û xebatkarên tendirustiyê dest bi çalakiya xwe ya Greva Spî kirin.

Greva Spî ya pizîşk û xebatkarên tendirustiyê yên nexweşxaneyên dewletê bi pêşengiya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) û Odeyên Pizîşkan ên bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê jî ev çalakiya xebatkarên tendirustiyê dest pê kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Abdulselam Akincî li cihê birêveçûna grevê ragihand, kesên ketine grevê dibêjin ku çalakiya wan a hişyarkirinê ye û eger daxwazên wan neyên pêkanîn, dê ji niha û şûnde çalakiyên wan mezintir û berfirehtir bibin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) û Odeyên Pizîşkan pêştir ragihandibûn ku bi armanca li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mafên reha, mercên karkirinê û tendirûstiya gel de sererastkirinek bê kirin wan dest bi “Nobeta Spî” kiriye û 8ê Sibata 2022ê jî dê dest ji kar berdin û dest bi “Greva Spî” bikin.

Seroka Odeya Pizîşkan a Stenbolê Pinar Saip jî doh Duşembê 7ê Sibatê derbarê greva îro de w gotibû: “Em pêşniyar dikin ji xeynî nexweşên diyalîzê, yên penceşêrê, bûyerên awarte yên zarok û ducanî û nexweşên bên razandin bila kes neyê klînîkên tendirûstiyê.”

"Meşa Spî" ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) û Odeyên Pizîşkan bo mafên reha, mercên karkirinê û tendirustiya gel 23ê Mijdara 2021ê li navçeya Kadikoy a Stenbolê dest pê kir û 27ê Mijdara 2021ê li Enqerê bi dawî bû. Piştre ragihandin ku eger ev rewş wiha berdewam be dê 8ê Sibata 2022ê dest bi “Greva Spî” bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de hejmara pizîşkên ku koçî welatên derve û Ewropayê dikin roj bi roj zêde dibe. Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di 18 mehên destpêka belavbûna virûsa Coronayê de jî zêddeyî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji kar berdane.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin