Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê 284 kesan canê xwe ji dest dane

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê 284 kesan canê xwe ji dest dane

.

A+A-

Di erdhêjê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de heta niha 284 welatiyan canê xwe ji dest dane û 2 hezar 223 kes birîndar kes bûne.

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay bi civîneke rojnamevanî ragihand, di erdhêja de 1710 avahî hilweşiyane û di encamê de 284 welatî canê xwe ji dest dane û 2 hezar 223 kes birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Fuat Oktay, herî zêde welatî li Dîlokê bûne qurbanî ku zêdetir ji 80 kesî canê xwe ji dest dane û 600 kes jî birîndar bûne.

Derbarê rizgarkirina welatiyên ku di bin avahiyan de asê mane, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê got, ji ber rewşa nebaş a hewayê, proseya rizgarkirinê zehmet bûye.

Erdhej ku bi hêza 7.4 pile li pîvera Richterê bû, navenda wê li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin