Li Tirkiyê rojê 32 zarok wenda dibin an jî tên revandin

Li Tirkiyê rojê 32 zarok wenda dibin an jî tên revandin

.

A+A-

 Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) di 9 salan de hejmara zarokên wenda bûne 3 qat zêde bûye û gehiştiye 104 hezar û 531 kesan û li gor vê di salekê de nêzîka 10 hezar û rojane jî 32 zarok wenda dibin an tên revandin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekin derbarê zarokên wenda de diyar kir ku ji ber kêmasiyên hene û paşguhxistinê zarok wenda dibin an jî tên revandin û got “Li gor amarên TUIKê di navbera salên 2008 û 2016an de zêdeyî nifûsa 16 welatan zarok wenda bûne. Piştî sala 2016an êdî TUIKê amarên zarokên wenda belav nake. Ez dûbare dipirsim. Di navbera salên 2016 û 2021ê çend zarok wenda bûne û çend ji wan hatine dîtin? Eger rêveberên dewletê nikaribin canê zarokên me bi parêzin û ne ligel zarokên ku rûbirûyê tûndutîjiyê dibin wê demê çi karî dikin?”

Li gor amaran li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di sala 2017an de 691 malbatan ji ber zarokên wan wenda bûne serî li cihên fermî dane û 258 zarokên kur û 67 zarokên keç ên temenê wan kêmî 11 salî wenda ne. Serokê berê yê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli dibêje, li parêzgehê herî zêde zarokên penaberên Sûriyê wenda dibin û divê derbarê vê yekê de lêpirsîn bê kirin. Şarkli da zanîn ku malbat tenê serlêdana polîsan dikin û ti malbat nayên Navenda Parastina Mafên Zarokan ku girêdayî Baroya Dîlokê ye.

Li gor amarên tomarkirî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zarokên kur ji sedî 55 li parêzgehên wek Amed, Dîlok, Riha, Adana, Îzmîr, Stenbol, Kayserî, Bûrsa, Denîzlî û Antalyayê wenda bûne. Zarokên keç jî herî zêde li parêzgeha Antalyayê wenda bûne û di 9 salan de 4 hezar û 559 zarokên keç ên wenda hatine dîtin. Li gor amarên di medyayê hatine belavkirin, li Tirkiye ji her 10 zarokên hatine revandin an jî wenda bûne yek ji wan mirî hatiye dîtin û di 10 salên dawî de hejmara zarokên wenda 3 qat zêde bûye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin