Li Tirkiyê kuştina jinan zêde bûye

Li Tirkiyê kuştina jinan zêde bûye

.

A+A-

Li gor amarên platforma “Em ê kuştina jinan bidin rawestandin” di nava 10 mehên ewil ên sala 2022an de 280 jin hatine kuştin. Bûyerên kuştinan zêdetir li metropolan pêk hatiye. Bi nêrîna hiqûqnas û aktîvîstan ji ber yasaya heyî ku bo kujeran cizaya heta hetayê tê xwestin nayê cîbicîkirin kuştina jinan li Tirkiyeyê zêdetir dibe.

Li Tirkiyeyê hema hema her roj jinek ji hêla meran ve tên kuştin û ev yek wek kêşeyeke cidî ya civakî tê nîqaşkirin.

Desthilat her çiqas sizayên der barê tundî û kuştina jinan de zêde bike jî lê amarên kuştina jinan nîşan dide ku çareseriyeke mayînde nehatiye peydekirin.

Melek Onder endama platforma “Em ê kuştina jinan bidin rawestandin” dide zanîn ku amarên li ber destê wan ji yên Wezareta Malbat û Civakê zêdetir e.

Endama Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin Melek Onder ji K24ê re diyar kir: “Li gor amarên Wezareta Malbatê li Tirkiyeyê di 10 mehên ewil ên sala 2022an de 225 jin hatiye kuştin, lê li gor amarên platforma me di heman maweyê de 280 jin hatine kuştin. Em yek û yek navê jinan mehane belav dikin. Ji zêdeyî 200 jin jî bi awayek şik hatine kuştin. Zêdetir li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jin ji hêla mêrên xwe ve hatine kuştin.”

Piştî zêdebûna kuştina jinan li parlamentoya Tirkiyeyê bi yasayekê bo kujeran cizaya heta hetayê ya girankirî hat xwestin.

Li gor hiqûqnas û damezrînera komeleya jinan a Mor Çati Canan Arin ji ber yasaya heyî bo kujeran nayê cîbicîkirin kuştina jinan li Tirkiyeyê zêde dibe.

Hiqûqnas Canan Arin ji K24ê re ragihand: “Pêwîst e hemû rêzik û qaîdeyên hiqûqê werin cîbicîkirin. Lê gelek caran cizaya heyî li kujeran nayê ferzkirin. Eger mêrên jinan dikujin bi heta hetayê werin cizakirin bêguman kuştina jinan dê weke niha zêde nebe. Li gel vê betalkirina peymana Stenbolê û yasaya afû jî wek sedemên sereke ne bo kuştina jinan. Loma kuştina jinan liv î welatî polîtîk e jî.”

Gelek dezgehên jinan li bajarên cuda yên Tirkiye 25ê Mijdarê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek roja Piştevanî ya Navdewletî û Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan hatiye ragihandin dê dakevin qadan û li dijî tundiya li ser jinan nerazîbûna xwe dê nîşan bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin