Li Tirkiyê kîloyek goşt gihişte 300 lîreyan

Li Tirkiyê kîloyek goşt gihişte 300 lîreyan

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî erdhejê bihayê goşt zêdetir giran bû û bihayê kîloyek qîme gihişte 300 lîre (16 dolar). Qesab jî li dijî bihayên giran amadekariya çalakiyan dikin û dixwazin dikanên xwe bigrin.

Berpirsên saziyên sektora goşt û ajeldariyê dibêjin, ji ber siyaseta xelet a desthilatê sektora ajeldariyê qels bûye û bihayê goşt jî zêde bûye.

Serokê berê yê Federasyona Qesabên Tirkiyê Fazli Yalçindag got: “Dîsa welatî mexdûr bûn. Hemû kesî hişyarî da, lê kesekî guh neda. Qesab ji kêm firotina goşt û bihayê her hefte zêde dibe aciz in û dixwazin dikanên xwe bigrin. Lê eger em dikanên xwe bigrin, vê carê jî dê mişterî biçin marketan.”

Serokê Federasyona Qesabên Tirkiyê Osman Yardimci jî dibêje, girtina dikanan ne çareserî ye. Yardimci got: “Eger qesab dikanan bigrin, dê market qezenc bikin. Em niha rûbirûyê karesatê ne. Cenazeyên me hene. Em li ser mijara bihayê goşt neaxivin. Wezîrê me jî ji bihayê goşt agahdar e, lê niha li herêmên erdhejê ye. Bihayê her tiştî zêde bûye.”

Serokê Odeya Qesabên Îzmîrê Melih Şenkara ragihand ku niha bi hinceta erdhejê bihayê kîloyek qîme gihiştiye 300 lîreyan û firotina wan %30 kêm bûye.

Serokê Yekitiya Xwedîkirina Pez û Bizinan a Mereşê Vakkas Kuzu jî dibêje: “%90ê ajelên biçûk jinav çûn. Mirov çadiran nabînin, dê çawa ajeldariyê bikin. Êm têr nake, ajel birçî man. Niha goştê di depoyan de diçe bazarê. Dema ew goşt xilas bû, hûn dê wê demê bihayan bibînin. Ajeldarî bo vê herêmê gelekî girîng e û li vê derê jiyan rawestiya ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin