Li Tirkiyê ji ber koronayê 53 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê ji ber koronayê 53 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 564 kesan.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1.612 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 276 hezar û 555 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1.021 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 249 hezar û 108 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro li 200 taqîgehan, 117 hezar û 113 pişkinînên nû hatin kirin. Zêdebûna hejmara nexweşên me yên giran berdewam e. Hejmara nexweşên me yên ku baş dibin, hê jî ji hejmara nexweşên me yên nû kêmtir e. Ev heyam, heyama têkoşîn û yekbûna hêza tedbîrê ye. Werin em bibin yek.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin