Li Tirkiyê îsal 20 girtîgehên nû tên çêkirin

Li Tirkiyê îsal 20 girtîgehên nû tên çêkirin

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dê sala 2023ê 20 girtîgehên nû bên çêkirin û hejmara girtîgehan bibe 419. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê niha 399 girtîgeh hene ku kapasîteya wan 289 hezar û 974 kes in. Lê niha 341 hezar û 497 kes di girtîgehan de ne, wate 51 hezar û 523 kes zêdeyî wê kapasîteyê.

Li gor bernameya Wezareta Dadê ya Tirkiyê, tê plankirin îsal 20 girtîgehên nû bên çêkirin. Wezareta Dadê bo plana sala 2023ê ya girtîgehan 2 milyar û 563 milyon û 500 hezar lîre veqetandiye. Sala 2022ê jî 22 girtîgeh hatibûn çêkirin. Li gor plana Wezareta Dadê, dê sala 2024ê 4 û sala 2025ê jî 4 girtîgehên nû bên çêkirin.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ku ji aliyê medyayên Tirkiyê ve hatine belavkirin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 279 girtîgehên girtî, 89 girtîgehên nîv vekirî, 10 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên nîv vekirî yên jinan, 9 girtîgehên girtî yên zarokan û 4 malên perwerdeyê yên zarokan bi tevahî 399 girtîgeh hene.

Li gor amaran kapasîteya girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 289 hezar û 974 kes in, lê li gor amarên meha Çileya 2023ê niha 341 hezar û 497 kes di girtîgehan de ne.

Ji wan kesan 298 hezar û 975 kes cezayê wan hatiye birîn û darizandina 42 hezar û 522 kesan berdewam e, ku bi awayekî girtî tên darizandin.

Li gor daneyên fermî, 325 hezar û 9 girtî mêr, 13 hezar û 977 girtî jin û 2 hezar û 511 girtî jî zarok in, herwiha 118 hezar û 738 girtî li girtîgehên nîv vekirî ne û 222 hezar û 759 girtî li girtîgehên girtî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin