Li Tirkiyê hejmara zarokên hejar sal bi sal zêdetir dibe

Li Tirkiyê hejmara zarokên hejar sal bi sal zêdetir dibe

.

A+A-

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara zarokên hejar sal bi sal zêdetir dibe.

Li gor amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sala 2023an 178 hezar zarokan alîkariya darayî û civakî wergirtine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe hejarî zêdetir dibe û herî zêde bandorê li zarokan dike. Li gor amaran hejmara zarokên ku malbatên wan nikarin wan xwedî bikin û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî alîkariya darayî û civakî dide wan zêdetir bûye.

Tevahiya sala 2020an 129 hezar û 422 zarokan ji sîstema Alîkariya Civakî û Darayî (SED) piştevanî wergirtibûn. Sala 2021an 141 hezar û 275 zarokan ji wezaretê alîkariya darayî û civakî wergirtine, sala 2022an jî 147 hezar û 456 zarokan alîkarî wergirtine.

Di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de ev hejmar gihiştiye 178 hezar zarokan. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, di mehên destpêkê yên sala 2023an de 561 milyon û 123 hezar û 454 lîre alîkarî razandiye ser hesabên bankayê yên 178 hezar zarokan. Ji bo her zarokekî ji 3 hezar lîre zêdetir alîkarî tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin