Li Tirkiyê 203 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkiyê 203 kesên din bi koronayê mirin

.

A+A-

 

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 203 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 15 hezar û 103 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 420 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 545 hezar û 711 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 17 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 436 hezar û 270 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 6.420 nexweşên me yên nû hene. Leza zêdebûna hejmara nexweşên me yên giran kêm dibe. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de em hinekî din jî hîs bikin. Peywira me hemûyan ew e ku em sînordarkirinên xwe cîbicî bikin û ji qerebalixan dûr bikevin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin