Li Sûriyeyê 50 gorên bikom hatin dîtin

Li Sûriyeyê 50 gorên bikom hatin dîtin

.

A+A-

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, piştî rûxana rejîma Esed, heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin ku termên 2865 qurbaniyan li xwe digirin.

Rewangeha Sûrî îro 22ê Berçileyê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên van gorên bikom aşkere kirin. Li gorî raportê, ev gorên bikom nîşaneya wê hovîtiyê û tawanên sîstematîk in ku rejîma berê û mîlîşyayên wê ji destpêka şerê navxweyî yê sala 2011an ve li dijî xelkê sivîl pêk anîne.

Rewangehê diyar kir, ev 50 gorên bikom li sînorê parêzgehên Şam, Hums, Dera, Hema, Dêrazor, Îdlib û Helebê hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Termên zêdetirî 2865 qurbaniyan di van goran de hene û piraniya wan jin û zarok in. Ji bilî van, hîn jî bi hezaran kesên din winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e."

Rewangeha Sûriyeyî daxwaz ji lîjneyên navdewletî yên mafên mirovan, Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînê ya Sûriyeyê û Encûmena Mafên Mirovan a NY kir ku bilez bikevin tevgerê.

SOHR daxwaz kir: "Divê lêkolîneke bilez bê kirin, cihê gorên bikom wekî belgeyên tawankariyê bên parastin, nasnameya qurbaniyan bê diyarkirin û radestî malbatên wan bên kirin. Her wiha divê lêpirsîn bi hemû wan kesan re were kirin ku destê wan di van tawanan de heye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin