
Li Sûriyê 3 gorên komî yên din hatin dîtin
.
A+A-
Hate ragihandin ku di meha Îlonê de 5 gorên komî ku tê de hestiyên 17 kesan, di nav de yên zarokekî û 2 jinan hene, li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatin dîtin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 5 gorên komî hatin dîtin. Di goran de, di nav de zarokek û 2 jin, hestiyên 17 kesên nenas hatin dîtin.
SOHRê da zanîn, di Îlona 2025an de 3 gor li Humsê, tê de hestiyên 8 kesan hebûn, di nava wan de hestiyên zarokekî û yên 2 jinan hebûn hatin dîtin. Li Şamê jî gorek hat dîtin, tê de hestiyên 5 kesan hebûn û li gundewarê Şamê jî gorek hate dîtin ku tê de hestiyên 4 kesan hebûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin