Li Stockholmê civîna danasîn û komcivîna PWK-Swêdê

Li Stockholmê civîna danasîn û komcivîna PWK-Swêdê

.

A+A-

Îro (16.12.2023) li Stockholmê civîna agahdarîyê û Komcivîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK-Swêd) hate pêk anîn.

Civîn ji du beşan pêk hat. Di beşê pêşî de, teva heval, hogir û piştgirên PWKyê, nûner û heyetên partîyên siyasî yên beşên din yên Kurdistanê, siyasetmedar, rewşenbîrên û kesayetîyên dawetkirî beşdar bûn.

Civîn di bin Alaya Kurdistanê û bi surûda neteweyî Eyraqîb bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê hate vekirin.

Piştî vekirina civîne, weke prensîb ku PWK di civînên xwe de pêk tîne, civîn bi axaftina zazakî dest pê kir. Nûnerê PWKyê M. Selîm Uzun agahdariyên li ser damezrandina PWKyê û siyaseta wê bi zaravayê zazakî/ kirdkî pêşkêş kir.

Piştî axaftina bi zazakî, Serokê Giştî rêzdar Mustefa Ozçelîk ji welêt bi awakî online xêrhatin li mêvan û beşdarên civînê kir û axaftinek kurt li ser yekitî û avakirina PWK pêşkêş kir.

Nûnerên PWKyê Nezîr Akad, Mumtaz Aydin û Zinar Soran jî li ser pêvajoya yekitiya siyasî û rêxistinî ya PAK û TEVGERê û damezrandina PWKyî, nerîn û prensîbên wê yên siyasî û xebat û çalakiyên PWKyê agahdarî dan.

Di civînê beşê yekem de, nûnerê Partiya Demokrata Kurdistan ya Kurdistana Iraqê, nûnerê Partîya Demokrata Kurdistan ya Îranê, nûnerê Yekitîya Niştimanî Kurdistan, nûnerê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, nûnerê Partîya Dîmûkrat a Kurd li Sûrî (Partî) û nûnerê PDK-S û Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê peyamên xwe xwendin.

Nûnertîya Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Konfederasyona Rawenda Kurdistanê Liqê Swêdê, Diyakurd liqê Swêdê û Partiya Demoqrata Pêşverû a Kurd li Sûriya -Leqê Swêd jî peyamên pîrozpahîyê ji civînê re şandibûn.

Piştî navbênekê bi mêvanan, Komcivîna PWKyê bi heval, hogir û piştgirên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK_Swêdê) berdewam kir.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2023-12-16-at-23-50-39-001.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin