
LI STOCKHOLMÊ BÎRANÎNA LEYLA QASIM!
.
A+A-
Îro, li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê, ji bo bibîranîna 51 salîya îdamkirin û şehadeta Leyla Qasim çalakîyek taybetî hate li darxistin.
Ev çalakî bi hevkarîya Yekitîya Jinên Kurdistanê li Swêdê, Yekitîya Nivîskarên Kurd Li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê hate amade kirin.
Di vê çalakîyê de, li ser jiyan, xebat, têkoşîn û taybetmendîya qahremanîya Leyla Qasim hate rawestandin.
Beşdarên civînê jî bi nerîn, pirs û pêşniyarên xwe ev çalakî dewlementir kirin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin