Li Stenbolê operasyon: 5 ji wan şaredar ji bo 47 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn

Li Stenbolê operasyon: 5 ji wan şaredar ji bo 47 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn

.

A+A-

Di çarçoveya operasyona pêla 5emîn a li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, serokên şaredariyên Avcilar, Buyukçekmece û Gaziosmanpaşa jî li gel derbarê 47 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 19ê Adarê de bi îdiaya "gendelî û terorê" li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dabû destpêkirin, operasyona pêla 5emîn dest pê kir.

Serokê Şaredariya Buyukçekmece Hasan Akgun, Serokê Şaredariya Gaziosmanpaşa Hakan Bahçetepe, Serokê Şaredariya Avcilarê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Seyhanê Oya Tekîn, Şaredarê Ceyhanê Kadîr Aydar, Birêvebirê ÎSFALTê yê Kompanya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Burak Korzay û endamê Meclisa Partiyê ya CHPyê Baki Aydoner jî di nav de ji bo 47 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li malan pişkinîn û lêgerîn berdewam e û kesên derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn tên desteserkirin.

Heta niha derbarê naveroka operasyonê û sedema desteserkirinan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin