Li Stenbolê bi berhemên hunerî çand û jiyana Kurdan tên nîşandan

Li Stenbolê bi berhemên hunerî çand û jiyana Kurdan tên nîşandan

.

A+A-

Hunermendên Kurd di tabloyên xwe de çand û jiyana civaka Kurdan radixin ber çavan.

Li Stenbolê di pêşangeheke hunerî de ku ji hêla hunermendekî Kurd ve hat vekirin, gelek berhemên hunermendên Kurd tên pêşandan. Hunermendên Kurd di tabloyên xwe de çand û jiyana civaka Kurdan radixin ber çavan.

Tabloyên hunerî yên li ser dîwarên holeke fireh xemilandine her yek balê dikşîne ser pêwendiya xweza û jiyana mirovan.

Li Stenbolê di pêşangeha Grubê de gelek berhemên hunermendên Kurd ku tê de peyamên cuda li ser civaka Kurdan tên belavkirin cîh digire.

Hunermend Fehîm Guler ji K24ê re diyar kir: “Dema ez biçûk bûm ji dibistanê vedigeriyam malê li derva li ser berfê min wêne çêdikir. Di van demên dawîn de zêdetir ez li ser çiya, mêrg, deştên welatê xwe Kurdan xêz dikim û dixwazim bala xelkê bikêşim ser xweşikiya erd û warê xwe. Dema van tabloyan jî amade dikim li nava zevî û deştên cîh û warê Kurdan amade dikim.”

Ji xeynî hunermendên Kurdên li Tirkiyeyê dijîn çend berhemên hunermendên ji Başûrê Kurdistanê ku ew bi xwe beşdar nebin jî tên pêşandan.

Hunermend Mahmud Celayîr diyar kir: “Wêneyên ez çêdikim li ser erd û xwezaya Kurdistanê ye. Di tabloyên xwe de zêdetir cih didim cih û warê ku em Kurd lê dijîn da ku em Kurd erdê xwe zimanê xwe kultir û nasnameya xwe baştir nas bikin û ji bîr nekin.”

Pêşangeha Grûbê ya li Zîba Art Gallery, ji hêla hunermendê Kurd Fehîm Guler ve hatiye vekirin heta 4ê Kanûnê ji bo dîtina xelkê dê vekirî be.

Çavkanî: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin