Li Soranê dronek hat xistin

Li Soranê dronek hat xistin

.

A+A-

Li Îdareya Serbixwe ya Soranê şeva borî dronek hat xistin û ji ber ketina dronê agir bi zeviyan ket.

Serperiştiyarê Îdareya Soranê ragihand ku agir hatiye kontrolkirin û ti zererên canî çênebûne.

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re li ser bûyerê axivî û got:

"Ew agirê ku doh bi şev li gundê Badliyanê derket, ji ber xistina dronê bû û paşê agir hat kontrolkirin."

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê destnîşan kir ku di êrişê de ti zererên canî çênebûne.

Nêzîkî 20 donim zevî şewitîn

Birêvebirê Parastina Şaristaniyê ya Soranê Karwan Mîrawdelî jî ji Rûdawê re got:

"Nêzîkî 20 donim zevî şewitî û piştî nêzîkî nîv demjimêrî me karî agir kontrol bikin."

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê yê Soranê Endam Cebar, ew cihê ku agir pê ketiye tenê kîlometreyekê ji cihê niştecihbûnê dûr e.

Her wiha li gorî zanyariyan, tîmên parastina sivîlan bi alîkariya xelkê heta berê sibehê hewl daye agir kontrol bikin da ku berfireh nebe.

Amarên êrişên li Herêma Kurdistanê

Li gorî şopandin û amarên Rûdawê, ji destpêka şer ve heta niha bi 983 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest da û 156 kes jî birîndar bûn.

Li gorî parêzgehan hejmara êrişan bi vî rengî ye:

Hewlêr: 677 êriş

Silêmanî: 272 êriş

Dihok: 31 êriş

Helebce: 3 êriş

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin