Li Soranê agir bi şevîmaneke xwendekaran ket: 14 kesan canê xwe ji dest da

Li Soranê agir bi şevîmaneke xwendekaran ket: 14 kesan canê xwe ji dest da

.

A+A-

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamoste lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Serkar Sûrçî ragihand, “14 kesan canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.”

Di heman demê de çavkaniyekî ji Asayîşa Soranê mirina 14 kesan piştrast kir û ji Rûdawê re got:

“Heta niha eşkere bûye ku 5 ji wan Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê û 3 jî xelkê Çomanê ne. Kesên ji Soran û Hewlêrê jî di nava şewatê de hene.”

Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di kongreyeke rojnamevanî de got:

“Hemû qurbaniyan ji dûmanê canê xwe ji daye. Hemû tîmên parastina sivîlan bi hemû derfetên xwe welatiyên di hundirê avahiyê de rizgar kirin. Tîmên tenduristiyê hewl dan ku birîndaran rizgar bikin.

Rewşa hemû birîndaran baş e lê hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye 14 in, ji wan 10 mêr û 4 jin in.

Li ser fermana serokwezîr, em dê komîteyeke taybet ava bikin û lêkolîneke cidî li ser çawaniya derketina agir bikin û çima wan kesan nekarîn hewl bidin xwe rizgar bikin.

Ti kes bi şewatê nemiriye lewma em dê komîteyeke taybet ava bikin û encaman ji welatiyan re ragihînin.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Serkar Sûrçî jî daxuyaniyek da û anî ziman:

“Li bajarê Soranê agir bi avahiyekê ket û 14 xwendekar û mamosteyan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Tîmên hawarçûnê, bijîşk û karmendên Nexweşxaneya Aştiyê ya Soranê ji bo dermankirin û pêşwazîkirina qurbaniyên vê karesatê amade bûn û berdewam in di karê dermankirina birîndaran de.”

Avahî li ser rêya sereke ya Soran–Çomanê li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin