
Li Şirnexê banga ji bo Kurdî: 'Bila êdî zengil ji bo Kurdî jî lê bidin'
.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya serlêdana dersên vebijarkî yên Kurdî didome.
Sazî û xemxûrên ziman li ber dibistanan û li kolanan belavokan belav dikin û malbat û zarokan teşwîq dikin ku dersên Kurdî hilbijêrin.
Yek ji saziyên çalak Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî ye.
Endamên Komeleyê piştî çalakiyên li Stenbol, Amed û çend bajarên din, ji bo dersên bijarte berê xwe da Şirnexê.
Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî Suphî Ozgen got:
"Em îro mêvanê Şirnexiyan bûn. Banga me ji bo dersa Kurdî ye.
Ez dixwazim îsal li hemû dibistanên navîn ên Şirnexê dersa Kurdî dest pê bike. Bila êdî zengil ji bo dersa Kurdî jî lê bidin."
Şertê 10 xwendekaran
Dersên Kurdî ji 2012an ve li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê tên dayîn.
Xwendekarên polên 4, 5, 6 û 7an dikarin bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî wan dersan bixwînin.
Lê divê di her polekê de herî kêm 10 kes hilbijêrin da ku dersên Kurdî bên dayîn.
Mamosteyên ziman vî mafî ji bo parastina ziman girîng dibînin û ji malbatên Kurd dixwazin ku zarokên xwe jê bêpar nehêlin.
"Ziman nasname, dîrok û rûmet e"
Mamosteyê Kurdî Mîr Mihemed Nûşîrevan wiha got:
"Banga me li hemû malbatên Kurd e. Ziman nasname, dîrok û rûmet e.
Aliman gotiye ziman mohra qedera Xwedê ya li ser me ye.
Ji ber wê divê em vê gavê li ber çavan bigirin û ji bîr nekin.
Hemû Kurd, Kurmanc û Zaza bila herin û vî mafî hilbijêrin."
Dem kêm maye
Pêvajoya serlêdana dersên bijarte 5ê Sibatê dest pê kiriye û 20ê Sibatê bi dawî dibe.
Sazî û mamosteyên zimanê Kurdî daxwazê ji malbatên Kurd dikin ku destê xwe sivik bikin û navên zarokên xwe ji bo dersên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) tomar bikin.
Li gorî amaran, di demsala xwendinê ya 2025-2026an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 59 hezar û 362 xwendekaran dersên vebijarkî yên Kurmancî û Kirmanckî hilbijartibûn ku 50 hezar û 809 ji wan Kurmancî û 8 hezar û 563 ji wan jî Kirmanckî bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin