Li Şingalê dê zêdetirî 19 hezar qurbaniyên DAIŞê bên qerebûkirin

Li Şingalê dê zêdetirî 19 hezar qurbaniyên DAIŞê bên qerebûkirin

.

A+A-

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar da ku qerebûya zêdetirî 19 hezar û 836 dosyeyên qurbaniyên destê DAIŞê yên li Şingal, Gir Izêr û deverên rojavayê Nînovayê were temamkirin û bê dayîn.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Kurdên Êzidî Xelef Şingalî ku ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Xelef Şingalî got, “Qerebûkirin ji malbatekê heta malbateke din diguhere, li gorî ziyana ku gihîştiye wan. Komîteyekê berê ziyan nirxandibûn.”

Li gorî gotina Xelef Şingalî, demek bû dayîna pereyê qerebûyê hatibû rawestandin lê bi hewl û xebatên wan Serokwezîrê Îraqê razîbûna xwe da û biryar jî di çarçoveya pabendbûna hikûmetê ya bi edaletê re ji bo qurbaniyan û qerebûkirina wan li hemberî wan ziyanên ku “ji ber teror û bûyerên diltezîn” gihîştine wan de ye.

Şêwirmendê Sûdanî got, tiştê tê kirin “gaveke girîng e li ser rêya vegerandina jiyana asayî ya ji bo wan deveran” û ev yek berdewamiya piştgiriya ji bo Şingal û deverên din ên rojavayê Nînovayê ye.

12ê Çiriya Paşîn a 2015an operasyona kontrolkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymanan ji sê aliyan ve dest pê kir û di nava 48 saetan de navçe ji destê çekdarên DAIŞê hatibû rizgarkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin