Li Sine hêzeke taybet dê çavdêriya hicaba jinan bike

Li Sine hêzeke taybet dê çavdêriya hicaba jinan bike

.

A+A-

Berpirsekî parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, ji niha û şûn de dê hêzên taybet bê agadarî û ji nişkê ve serdana fermangeh û rêveberî û bankan bikin, ji bo çavdêriya hicaba jinan.

Sekreterê Navenda Pabendbûna Bi Çakî û Dûrketin ji Xirabiyan, Mehmûd Ellahmuradî li navçeya Seqizê di civînekê de ev biryara derbarê hicaba jinan de aşkere kiriye.

Mehmûd Ellahmuradî diyar kiriye, erkê herî girîng û herî bingehîn ê berpirsan cîbicîkirina şerîeta Îslamê ye, lewra divê hemû tiştên ku di şerîeta îslamê de hatiye, cîbicî bikin.

Wî berpirsê parêzgeha Sineyê diyar kir, cîbicîkirina ew yek jî li ser hemû fermanberan erke, vêca çi jin bin çi mêr.

Sekreterê Navenda Pabendbûna Bi Çakî û Dûrketin ji Xirabiyan a parêzgeha Sineyê tekez kir, “Ji îro ve hemû berpirsên hikûmetê divê fermanberan neçar bikin bi parastina wê cora hicabê ku hêjayî sîstemeke îslamî ye.”

Ellah Muradî got, Qerargeha Hicabê bi berpirsatiya rasterast ya Wezîrê Navxwe yê Îranê hatiye damezrandin, erk bi 23 dezgehan hatiye spartin.

Yek ji wan erkan, serlêdanên ji nişkî ve bo ferhameg û bankan e, ku di demeke nêzîk de wê destpê bikin û raporên heftiyane derbarê hicabê de wê bo aliyên pêwendîdar bihên şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin