Li Sine 11 welatiyên sivîl ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin revandin 

Li Sine 11 welatiyên sivîl ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin revandin 

.

A+A-


Li gor zanyarîyên herî dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw ê. Îro.Duşemî, 9ê Mijdar ê 2022, 11 welatiyên Senendajê yên bi navên Selam Selahiyan, Heyder Nusretî, Riza Heyderî, Fûad Necefiyan, Baram Necefiyan, Edîb Qaderî, Mêhrgan Silêmanî, Kamyar Qaderî, Cemal Yûsfî, Ehvan Xademî û Keyvan Mihemedî hatin girtin.

Li gor raporta ku gihîştiye Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw; Roja Pêncşemî 29ê Îlona 2022ê, Selam Selahiyan, Husên Nûsretî û Riza Heyderiyan ji aliyê dezgehên îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê ve ji malên xwe hatine revandin ê.

Di berdewamiya van girtin û revandinan de, Fûad û Baram Necefî di destpêka Çiriya Pêşîn a sala 2022`an de ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve li nav cade û kolanan hatin revandin û bo cihekî nediyar hatin birin.

Herwiha di rojên 12 û 13ê Cotmehê de jî hunermend û stranbêj Edîb Qaderî û Mêhrgan Silêmanî ji aliyê dezgehên îstixbarata hikûmetê ve hatibûn destbiserkirin û derbarê çarenivîs û rewşa wan de ti zanyarî li ber dest nînin.

Di berdewamiya revandina hemwelatiyên Kurd de, roja Şemî 14ê Çiriya Pêşîn, Cemal Yûsfî û roja din 15ê Çiriya Pêşîn, Ahun Xademî û Keyvan Mihemedî ji aliyê hêzên hikûmetê ve ji Azadî li bajarê Senendcê (Mayan Îqbal) hatin revandin û piştre bo cihekî nediyar hatin veguhestin. 

Li gor zanyariyên Hangaw, heta niha herî kêm 5 kes li girtîgehên hikûmetê yên bajarên Urmiye, Sana, Seqiz, Îlam û Tehranê de, ji ber zextên curbicur bi taybet îşkenceyên derûnî û laşî jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin