Li Silêmaniyê li ser Beşîkçî panelek: Ne Kurd bû lê di oxira Kurdbûnê de hat zîndanîkirin

Li Silêmaniyê li ser Beşîkçî panelek: Ne Kurd bû lê di oxira Kurdbûnê de hat zîndanîkirin

.

A+A-

 Di çarçoveya Pêncemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê de panelek bi navê "Doza Kurd û Nêrîna Beşîkçî" hat lidarxistin.

Di panelê de ku li hola kongreyê ya Zanîngeha Silêmaniyê pêk hat, pênc pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî yên ku ji bo Kurdî hatin wergerandin hatin nasandin û belavkirin.

Ev pirtûk berhemên Weqfa Beşîkçî ne û ji aliyê Rûdawê ve hatine çapkirin.

Panelîstan bal kişand ser jiyan û xebata bêwestan a Dr. Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo Pirsgirêka Kurdan. Wan her wiha amaje bi zîndanîkirina wî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve kir.

Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê û yek ji panelîstan, Kawa Moînfer, behsa biryara 98 salan cezayê zîndanê yê ji bo Beşîkçî kir.

Wî da zanîn ku Beşîkçî 17 salan di zîndanê de maye û got "Tirkek e ku ji ber Kurdayetiyê hatiye zîndanîkirin."

Moînfer di berdewamiya axaftina xwe de got ku Beşîkçî dihêle mirov rewşenbîrê rastîn nas bike. Wî got, "Ew bi jiyana xwe nîşanî me da ku rewşenbîrî bi demê re çêdibe."

Moînfer destnîşan kir ku Dr. Îsmaîl Beşîkçî li ser nêrîn û helwestên xwe israr dikir û ti carî bi paş de gav neavêt.

Her wiha derhênera ji Bakurê Kurdistanê Fatîn Kanatê jî bal kişand ser jiyana Beşîkçî û parastina wî ya serhişk a ji bo doza Kurd.

Di dawiya panelê de, tekezî li ser girîngiya berhemanîna belgefîlmekê û fîlmeke dirêj a biyografîk a li ser jiyan û xebata Dr. Îsmaîl Beşîkçî hat kirin.

Berdevka festîvalê Aşna Reûfê jî ji ber sponsoriya festîvalê û pêşkêşkirina pênc pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî yên bi Kurdî ku taybet ji bo panelê hatibûn amadekirin spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Pêncemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayikê" di navbera 9 û 16ê Çiriya Pêşîn a 2025an tê lidarxistin.

Li gorî gotina berpirsên festîvalê, festîval îsal mezintir û berfirehtir e û 150 fîlm ji 30 welatên cuda tên nîşandan.

Ji bilî vê dê 31 belgefîlmên Rûdawê jî dê werin nîşandan.

Rûdaw

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin