Li Silêmaniyê 'Dadwerê Şerîetê' yê DAIŞê hate girtin

Li Silêmaniyê 'Dadwerê Şerîetê' yê DAIŞê hate girtin

.

A+A-

Hate ragihandin ku dadwerê berê yê DAIŞê yê Wîlayeta Dicle, di encama operasyoneke li bajarê Silêmaniyê de hate girtin.

Saziya Îstixbarata Iraqê ragihand, dadwerê şerîetê yê berê yê Wîlayeta Dicle ya DAIŞê Îkab Heme Necris ê ku di nav rêxistinê de wekî Ebû Cemal dihat naskirin û berpirsê Mexmûr, Şergat û Cizîre Heze yên Selahedînê bû, di encama operasyonekê de hatiye girtin.

Îstixbarata Iraqê daye zanîn ku operasyon bi alîkariya Dezgeha Dije Terorê ya Silêmaniyê hatiye hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku Ebû Cemal hin fetwa li dijî hêzên ewlehiyê dabûn, paşê di sala 2017an de reviyabû Sûriyê û îsal li ser biryara berprisên rêxistinê careke din vegeriyaye Iraqê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin