
Li ser sînorê Tirkiyê cenazeyê 12 koçberan hat dîtin
.
A+A-
Hat ragihandin ku li ser sînorê navbera Tirkiye û Yûnanistanê termê 12 koçberên xwestine derbasî Ewropayê bibin hat dîtin.
Li gorî daxuyaniya walîtiya bajarê Edirne yê Tirkiyê, li devera Mandakoru ya Gundê Paşakoy a navçeya Îpsalayê, termên 9 koçberan hat dîtin ku ji ber sermayê can dane.
Piştre Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihandiye ku hejmara termên hatine dîtin 12 kes in û Yûnanistan tawanbar kir ku bûye sedema mirina wan.
Li gorî zanyariyan, ew koçberên xwestine bi rêya Yûnanistanê herin Ewropayê, hatine vegerandin û ji ber serma zivistanê ku li derve mane qufilîne û can dane. Derbarê nasnameyên wan koçberan de ti agahî nehatine belavkirin bê ji kîjan welatan e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin