Li ser sînorê Iraq û Sûriyê 6 kamyon hatin bombebarankirin

Li ser sînorê Iraq û Sûriyê 6 kamyon hatin bombebarankirin

.

A+A-

Firokeyên nenas karwaneke Kamyonan li ser sînorê Iraq û Sûriyê kirin armanc, di encamê de jî ew hatin rûxandin û hemû kesên di hundirê Kamyonan de bûn, hatin kuştin û birîndarkirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 6 Kamyon ku ji Iraqê derbasî devera bajarê Bûkemalê yê Sûrî dibûn, ji aliyê firokeyên nenas ve hatin armanckirin.

Destnîşan kir jî, hevdem ligel bombebarkirina wê karwana Kamyonan, dronên Hevpeymaniya Navdewletî li asmanê herêmê digeriyan.

Rewangehê got jî, hejmarek ambulans ji bo veguhestina birîndaran gihîştin cihê bûyerê.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji “AFP” re got: “Kamyonan çekên Îranî vediguhastin.”

Hêzên Îranî, Îraqî û komên alîgirên Tehranê, di nav de Hizbullaha Lubnanî jî, li herêmeke berfireh a gundewarê rojhilatê Dêrezorê, bi taybetî di navbera bajarên Bûkemal û Meyadînê de bi cih bûne. Rewangeh jî hejmara endamên van koman bi qasî 15 hezar şervan texmîn dike. Ev herêm û hêz jî car caran rastî êrîşên bi vî rengî tên.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin