Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê 40 km dîwar hat danîn

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê 40 km dîwar hat danîn

.

A+A-

 Li ser sînorê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyç Tirkiyê ve 40 kilometre dîwar hat danîn û 233 kilometre xendek hat kolandin.

Li parêzgeha Wanê ku sînorê herî dirêj ê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ye, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi hinceta koçberên bêdestûr, qaçaxçîtî û rêlibergirtina derbasbûna gerîlayên dewriyeyê digerin û her tim sînor kontrol dikin.

Bi dronan, dûrbînên şev baş dibînîn û kuleyên optîk, hêzên Tirkiyê çavdêriya sînorê di navbera herdu parçeyên Kurdistanê de dikin.

40 km dîwar û 233 km xendek temam bûn

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanm ji çêkirina dîwarê 295 kîlometreyî jê 40 kîlometre temam bû, 233 kîlometre xendek jî hat kolandin.

Li sînor 22 zeviyên mayîn lê hene hatin paqijkirin, ji bo çêkirina dîwar, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê mayînên din jî paqij dikin.

Li gor amarên AAyê îsal rê li ber 47 hezar û 403 koçbran hat girtin ku ew ji sînor derbas bibin. Li tevahiya bajêr jî 6 hezar û 805 koçber hatin girtin û radestî Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.

Ji 887 kesên organîzatoriya qaçaxan dikin jî jê 297 kes hatin girtin. Herwiha hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dest danîne 368 wesayîtan û 166 avahiyên kevn ên ku koçber lê dimînin jî hatin hilweşandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin