Li ser daxwaza Ewropayê, NYyê hemû dorpêçên li dijî Îranê dîsa aktîf kir

Li ser daxwaza Ewropayê, NYyê hemû dorpêçên li dijî Îranê dîsa aktîf kir

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser daxwaza welatên Ewropî yên wekî Fransa, Almanya û Brîtanyayê, amadekariyan dike ku dorpêçên navneteweyî yên li dijî Îranê ji ber bernameya wê ya navokî ji nû ve bixe meriyetê. Ev pêngava ku peymana nukleerî ya 2015an bi pratîkî bi dawî tîne, tê payîn ku aboriya Tehranê ku jixwe di rewşeke dijwar de ye, bixe bin zexteke hîn mezintir û aloziyên li herêmê kûrtir bike.

Kîjan sektor tên Armanckirin?

Dorpêçên ku di 27ê Îlonê de vedigerin, qadeke berfireh li xwe digirin û rasterast bernameyên stratejîk û aboriya Îranê dikin hedef. Di nav van dorpêçan de ev hene:

  • Ambargoya çekên konvansiyonel: Firotin û kirîna çekan ji bo Îranê tê qedexekirin.
  • Bernameya moşekên balîstîk: Çalakiyên Îranê yên girêdayî moşekan tên sînordarkirin.
  • Çalakiyên nukleerî: Dewlemendkirin û ji nû ve hilberandina ûranyûmê tê qedexekirin.
  • Sektorên aborî: Sektorên petrol, veguhestin, deryavanî, darayî û bankevanî dikevin bin zextên giran.
  • Cezayên şexsî: Mal û milkên gelek kes û saziyan tên cemidandin û qedexeya seyahetê li ser wan tê danîn.

Bandora li ser aboriyê

Aboriya Îranê ji sala 2018an ve, piştî ku DYE bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiya, di bin dorpêçên giran de ye. Vegerandina dorpêçên NYyê dê vê rewşê xirabtir bike. Li gorî pisporan, bandora vê biryarê jixwe dest pê kiriye; nirxê riyalê Îranê li hember dolarê Amerîkî daketiye û di bazara navxweyî de bêhêvîtî zêde dibe.

Tê payîn ku Çîn ku kirîdarê herî mezin ê petrola Îranê ye, vê rewşê weke fersendekê bi kar bîne da ku daxistineke mezintir bixwaze, ku ev yek dê dahata Tehranê kêm bike.

Berteka mihtemel a Tehranê

Her çend siyasetmedarên Îranî gefa vekişîna ji Peymana Navneteweyî ya Ne-belavkirina Çekên Navokî (NPT) dixwin jî, piraniya çavdêran vê yekê weke îhtimaleke lawaz dibînin. Tê payîn ku Îran li şûna vê yekê gavên wekî kêmkirina hevkariya xwe bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) re û pêkanîna ceribandinên nû yên moşekên balîstîk biavêje.

Ev rewş di demekê de tê ku aloziya leşkerî di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de di asta herî bilind de ye. Her tevgereke nû ya provokatîf dikare bibe sedema şerekî berfireh li herêmê.

Tevî helwêsta tund a Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xameneyî ku dibêje "Ne bi Amerîkayê re, ne jî bi Ewropiyan re danûstandin hene," pispor bawer dikin ku Tehran dê deriyê dîplomasiyê bi tevahî negire, ji ber ku rakirina dorpêçan ji bo wê pêdiviyeke stratejîk e. Lêbelê, di demek kurt de gihîştina lihevkirineke nû zehmet xuya dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin