Li Şehbayê şer û pevçûn

Li Şehbayê şer û pevçûn

.

A+A-

Li navçeya Merenazê ya li herêma Şehbayê ku dikeve gundewarê parêzgeha Helebê, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê û hêzên Kurdî de derket.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên Tirkiyê derdora bajarokê Til Rifetê ku di bin kontrola hêzên Kurdî de ye, topbaran kirine, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Li aliyekî din hêzên hikûmeta Sûriyê hejmareka zêde ya tank, topavêj û zirxpoş anîne navçeyên Til Rehal, Dixilbaş û Til Zoyan li nêzîkî bajarê Babê ku dikeve rojhilatê Helebê, û di bin destê grûpên opozisyona girêdayî Trikiyê de ne.

Artêşa hikûmeta Sûriyê herwiha hejmareke zêde ya leşkerên xwe ber bi bajarê Tadif li rojhilatê Helebê şandin.

Di wan demên dawî de Tirkiye careke din gefan dixwe ku dê li navçeya Şehba dest bi operasyonekê bikin ku di bin destê hêzên Kurdî de ye û hejmarek binkeyên leşkerî yên hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê jî lê hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin