
Li Sasonê her sal 4 hezar û 900 ton çîlek tê hilberîn
.
A+A-
Li navça Sason a bi ser bajarê Batmanê piştî rakirina çandiniya titûnê dewletê di şûna wê de xwest ku cotyar çîlekan biçînin û di destpêkê de 4 malbat dest bi çandiniya çîlekan kirin. Karê çîlekan di sala 2007 an de destpêkir û heya niha dewam dike.
Niha 400 malbat karê çandiniya çîlekan dikin û Sason belga îşareta erdnîgariyê sitendiye. Qeymeqamê Sasonê Murat Mete ragihand ku li seranserê navçê miqdarê çandiniya çîlekan gihaye 4 hezar û 900 tonan û weha got:
“Çîlekên me bi tama xwe, bi lezzeta xwe û li gor çîlekên dinan temenê wan dirêjtire, bûye marka û hatiye tescîlkirin. Niha cotyarên me di 1400 dekarî de çandiniyê dikin. Weka dewlet, em dixwazin vê reqemê bipêşbixin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin