Li şaredariya Gogsî qeyûm hat danîn

Li şaredariya Gogsî qeyûm hat danîn

Qeymaqamê navçeya Gogsî (Qereyazî) yê Erzeromê Mesut Tabakçioglu wek qeyûm li şûna şaredarê wê navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat danîn.

A+A-

Duh Sêşema 17yê Îlonê cezayê Hevseroka Şaredariya Gogsiyê Melike Goksu hat erêkirin û ew hat girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Şaredara Gogsiyê ya HDPê Melike Goksu ji kar dûr xist û qeymaqamê navçeyê Mesut Tabakçioglu li şûna wê wek qeyûm danî.

Derbarê mijarê de walîtiya Erzeromê ragihand ku ji ber lêpirsîn û cezayê ji Melike Goksu re hat birîn, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi awayekî demkî ew ji kar dûrxistiye û li şûna wê qeymiqamê navçeyê hatiye peywirdarkirin.

Hevseroka Şaredariya Gogsî Melîke Goksu demek beriya niha bi tohemta piştgiriya rêxistina terorê, di derheqê wê de doz hatibû vekirin û dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Piştre biryara dadgehê ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû erêkirin.

Ew yek di demekê de ye, ku roja Duşema 16ê Îlonê Hevserokên Şaredariya Pasûra Amedê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay li gel 4 kesên din hatibûn girtin û duh jî bi biryarekê qeyûm li ser şaredariya Pasûrê hate danîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin