Li Sakaryayê grupeke 30 kesî êrîşî karkerên Kurd kirin

Li Sakaryayê grupeke 30 kesî êrîşî karkerên Kurd kirin

.

A+A-

Li navçeya Hendek ser bi parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê karkerên Kurd ku bo berhevkirina findeqan li wê derê bûne, rûbirûyê êrîşa grupeke 30 kesî hatine û di encam de 2 kes birîndar bûne ku yek ji wan zarok e.

Li gor agahiyan û dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin 27ê Tebaxa 2022ê li navçeya Hendekê ser bi parêzgeha Sakaryayê karkerên Kurd ên demsalî rûbirûyê êrîşa grupeke 30 kesî bûne ku xwedî û xizmên kar jî di nav grupê de ne.

Li gor zanyariyan karkerên Kurd ên demsalî 4ê Tebaxa îsal ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bo berhevkirina findeqan çûne parêzgeha Sakaryayê û dest bi kar kirine. Lê roja Şemiyê 27ê Tebaxê grupeke ku xwediyê kar jî di nav de ye û ji 30 kesî pêk tê êrîşî karkeran kirine. Di encama êrîşê de zarokekî 15 salî û kesekî bi navê Gazi Yaş ê 18 salî bi giranî birîndar bûne. Herwiha piştî êrîşî karkerên Kurd ji neçarî ji navçeyê derketine.

Li gor gotinên karkerekî dema karê wan bi dawî bûye û ber bi male ve çûne li baxçeyê mala wan grupeke 30 kesî amade bûne û êrîşî wan kirine. Karker dibêje: “Piştî êrîşî em çûn nexweşxanê û me raporta derpê wergirt û em çûn Fermandariya Cendermeyan ya navçeya Hendekêû me gilî tomar kir. Herwiha piştre cenderme jî ligel me hatin û me kelûpelên xwe kom kirin û ji navçeyê derketin.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna kar karker li gor demsala kar diçin parêzgehên Tirkiyê û li wê derê rûbirûyê êrîşan dibin. Her çiqasî sedema van êrîşan wek lihevnekirina kar tên nîşandan jî lê her yên rûbirûyê êrîşê dibin karkerên Kurd in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin