
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
.
Êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê didomin.
Îro di roja sêyem a şer de hejmarek baregeh û navendên Supaya Pasdaran û hêzên din ên ewlehiyê yên Komara Îslamî li Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Li Sineyê 8 êrişên asmanî
Ji sibehê ve 8 êrişên asmanî li baregeh û navendên Supaya Pasdaran û hêzên ewlehiyê yên din ên Îranê yên li bajarê Sineyê hatine kirin.
Serê sibê, piştî 6 êrişên li pey hev Qeymeqamê Sineyê ragihand ku herî kêm 3 welatiyan canê xwe ji dest daye.
Pişt re di du êrişên cuda de du herêmên li nêzîkî Çiyayê Awyerê yê Sineyê hatin armanckirin.
Li Sineyê cihên ku hatine bombebarankirin ev in:
- Fîrqeya 28an a Artêşê
- Fermandariya Şehramfer a Îtlaatê ya li Bulwara Şiblî ya Sineyê
- Rêveberiya Wezareta Îtlaatê
- Navenda Polîsan a Şalmanê ya li nav Sineyê
- Navenda Polîsan a 25an a li nav Sineyê
- Baregeha Besîcê ya li Ban Başga - Kolana Firdewsî ya Sineyê
- Desthilata Dadweriyê ya li Sineyê
- Balafirgeha Sineyê
Li Merîwanê êrişa asmanî li baregeha Supaya Pasdaran
Li aliyê din îro piştî nîvro, balafirên Amerîka û Îsraîlê baregeha sereke ya Supaya Pasdaran a li navenda bajarê Merîwanê bombebaran kir.
Çavkaniyekî ji bajarê Merîwanê ji Rûdawê re ragihand, çend balafiran baregeha supayê ya li Merîwanê bombebaran kir û ji ber vê yekê nav bajêr bi temamî tevlihev bû.
Wî çavkaniyî diyar kir, êriş saet 14:13an hatiye kirin û gelek ambulans çûne cihê bûyerê.
Her wiha da zanîn ku hêzeke zêde ya ewlehiyê bi çekan li nav bajêr hatiye belavkirin.
Çavkaniyê got, piştî êrişê hejmarek welatiyan Merîwan terikandiye û ber bi gundan ve diçin û dengê balafiran jî li Merîwanê tê bihîstin.
Li Mehabadê êrişî baregeha îtlaetê hat kirin
Her îro hejmarek baregeh û navendên girêdayî Supaya Pasdaran, îtlaet û hêzên din ên ewlehiyê yên li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Çavkaniyekî ji Mehabadê ji Rûdawê re got, îro îdareya îtlaata wî bajarî hatiye bombebarankirin.
Çavkaniyekî jî ji Nexweşxaneya Mehabadê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di êrişa li îdareya îtlaeta Mehabadê de 4 kes hatine kuştin û 22 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Her li sînorê parêzgeha Urmiyeyê, rojên Şemî û Yekşemê herî kêm 7 navendên leşkerî û ewlehiyê yên li Urmiye û derdora wê hatin armanckirin.
Êrişan, serbazgehên El-Mehdî û Malîk Eşter ên girêdayî Supaya Pasdaran, Fermandariya Yekîneya Taybet a Hêzên Ewlehiyê, Embara Cebilxaneyê ya Golmanxaneyê, Balafirgeha Urmiyeyê, Baregeha Mûşekî ya Supaya Pasdaran û Baregeha Fermandariya Pasewanên Sînorî ya Parêzgehê li xwe girtin.
Çavkaniyên fermî ragihand ku di encama wan êrişan de 4 karmendên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Her wiha niştecihên herêmê amaje bi wê yekê dikin ku heta sibeha îro dengê balafirên şer û teqînên li pey hev hatiye bihîstin û dûyeke zêde esmanê Urmiyeyê girtiye.
Li Îlamê 22 endamên pasewanên sînor hatin binaxkirin
Sibiha îro bi merasîmeke girseyî, termên 22 endamên Hêzên Pasewanên Sînor ên Îranê li bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê hatin binaxkirin ku di êrişeke asmanî de hatibûn kuştin.
Ew 22 kes di encama êrişeke asmanî ya li ser baregeheke pasewanên sînor ên Îranê ya li Mêhranê de hatibûn kuştin.
Li Loristanê 3 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a li parêzgeha Loristanê ragihand, 3 endamên wan di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li yek ji baregehên wê parêzgehê de hatine kuştin.
Supaya Pasdaran navên wan her sê endaman belav kirine ku di wê êrişê de hatine kuştin û ew jî ev in:
"Seyîd Mihemed Sadiq Heyat Elxeybî, Seyîd Emmar Secadî û Secad Mensûrî."
Li gorî lêkolînên Rûdawê, hejmareke zêde ya baregeh û navendên girêdayî Supaya Pasdaran li sînorê bajarên Mehabadê ya parêzgeha Urmiyeyê, Kamyaranê ya parêzgeha Sineyê, Ciwanro, Pawe û Selas Bawecanî yên Kirmaşanê hatine bombebarankirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin