"Li Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 rojan de 11 kes hatine kuştin"

"Li Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 rojan de 11 kes hatine kuştin"

.

A+A-

Ajansa Mafê Mirovan Kurdpayê ragihand, tenê di nava 2 rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana rasterast a Hêzên Ewlehiyê yên Îranê de 11 kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, roja Pêncşemê çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek Mihabad, Bokan, Miyandwaw, Pîranşar, Sine, Merîwan, Bane, Seqiz, Xuremawa û Birûcerd li xwe girtibûn. Şeva borî li gelek deverên Meşhed, Erak, Şîraz, Kerec, Ehwaz, Şûş û Zahidanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Tehranê jî li gelek deverên bajêr xwepêşandan hatin lidarxistin.

Endama Ajansa Mafê Mirovan Kurdpayê Evîn Mistefazade bû mêvana bultena nûçeyan a demjimêr 14:00 a Rûdawê û li ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê axivî.

Di encama gulebaranê de zêdeyî 20 kes birîndar bûne

Evîn Mistefazade li ser amara herî dawî ya kuştî û birîndaran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li Mihabadê ku şeva borî xwepêşandan li wê derê hatin kirin, got, “Ji Çileya Jîna Emînî heta niha 5 kes li Mihabadê, 3 kes li Sineyê, 2 kes li Baneyê û kesek jî li Qesrî Şîrîn a parêzgeha Kirmaşanê canê xwe ji dest dane ku 3 ji wan jin in. Bi giştî ji Çileya Jîna Emînî tenê li Rojhilatê Kurdistanê 11 kesan canê xwe ji dest dane, çend kesên din jî hene lê Kurdpayê piştrast nekiriye.”

Li gorî Evîn Mistefazade, ew niha lêkolînê dikin ku bizanin ka ew ji aliyê kîjan hêzan ve hatine armanckirin, hêzên bi navê Caş, yan hêzên wek komando û polîs.

Evîn Mistefazade li ser birîndaran û kesên hatine desteserkirin jî got, “Ti amarên zelal li ser hejmara birîndaran nînin, lê li gorî wêneyên ku ji me re hatine şandin an jî zanyariyên ku ketine destê me, li piraniya bajaran zêdetirî 20 kesan bi saçmeyan birîndar bûne lê amar ne zelal in. Ji ber ku li gelek cihên cuda xwepêşandan têne kirin.”

Evîn Mistefazade dibêje, tiştê ku wan piştî Çileya Jîna Emînî li bajarên wek Mihabad, Bokan, Sine û Bane dîtiye, “Hejmarek qurbanî hene, gule rasterast li ser xelkê têne reşandin.”

Evîn Mistefazade her wiha anî ziman, “Di xwepêşandan û şoreşên berdewam ên ku niha li Kurdistanê diqewime de bi hezaran kes hatine girtin û birîndarkirin lê Ajansa Mafê Mirovan Kurdpayê piştrast kir ku zêdetirî 500 kesan li kolanan hatine girtin, beşek ji wan çalakvanên ku bi armanca avêtina ser malan de hatine girtin.”

Kurdpa: Ji destpêka xwepêşandanan heta niha 50 kes hatine kuştin

Li gor ragihandina Ajansa Mafê Mirovan Kurdpayê, amarên ji destpêka xwepêşandanan heta Çileya Jîna Emînî  tomar kiriye û piştrast kiriye, “39 kuştî hebûn, piştî Çileya Jîna Emînî 11 kes hatine piştrast kirin ku bi tevahî gihîşt 50 kesan, 6 ji wan di bin 18 salî de ne, zarok in. Ji kesên canê xwe ji dest dane 4 jin bûn.”

Mistefazade li ser amarên qurbaniyan li seranserê Îranê jî anî ziman, “Li bajarên Îranê bi giştî, Kurdistan jî di nav de, zêdetirî 250 kes ku 50 ji wan Kurd in, canê xwe ji dest dane. Li Sîstan û Belûçistanê ku Îniyeke bi xwîn pêk hat, di nava 2 demjimêran de zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin. Em dikarin bêjin ji Kurdistan û Belûçistanê zêdetirî 150 kesan canê xwe ji dest dane û yên mayî jî yên tevahiya Îranê ne.”

Berdevkê PDKÎyl Xalid Ezîzî jî beşdarî bultena Rûdawê bû û anî ziman, “Îran li pey tolhildanê ye û dixwaze aloziyan zêdetir bike.”

Berpirsê Peywendiyên PDKÎ li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî jî ji Rûdawê re ragihand ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir ji hezar kesan hatine desteserkirin.

Mihemed Salih Qadirî diyar kir ku ya li Îranê diqewime raperîn û şoreş e û tevahiya bajaran li xwe girtiye û got, “Bi sedan xwepêşanderên birîndar hene ku newêrin biçin nexweşxaneyê û nikarin çareseriyên pêwîst werbigrin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin