Li Rojhilatê Kurdistanê 52 kes ji ber karên siyasî hatine girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê 52 kes ji ber karên siyasî hatine girtin

.

A+A-

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihandiye ku meha borî li parêzgehên Sine û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Îranê bi kêmanî 52 kes bi tohmeta siyasî desteser kirine.

Li gor raporta Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), 7 ji wan kesên desteserkirî bo qedandina cezayên xwe hatine girtin, 10 kes bi danîna pere wek kefalet hatine azadkirin û girtiyên din jî heta niha desteserkirî ne û derbarê çarenivîsa hinekan ji wan de ti zanyarî nînin.

Di wê raporê de behsa rewşa girtiya siyasî ya Kurd Suida Xedîrzade jî hatiye kirin ku li gor rapora rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, hewl daye dawî li jiyana xwe û zaroka xwe bîne.

Roja Înê 26ê Tebaxa 2022an zêdeyî 80 çalakvanên jin ên Kurd û Îranî, li ser rewşa wê hişyarî dan û dibêjin, hewla xwekuştina Suida Xedîrzade tê wê wateyê ku "hikûmetê hewla kuştina wê dabe û ev jî kuştina jinan a sîstematîk a Komara Îslamî" ye. Berpirsên dadwerî yên Îranê Parêzgeha Urmiyê red kirine ku Suida Xedîrzade hewl dabe xwe bikuje.

Suida Xedîrzade dema tê girtin du canî bûye û roja 20ê Hezîrana 2022an tenê çend demjimêran berî zaroka wê çêbibe, bo nexweşxaneyê hat veguhestin û heman rojê piştî nîvro, bêyî ku tenduristiya wê li ber çav bê girtin, bo girtîgehê hate birin.

Suida Xedîrzade ya 32 salî ji Pîranşarê ye û 14ê Cotmeha 2021an li Pîranşarê hat desteserkirin û piştre bo Girtîgeha Îtlaatê ya Urmiyê hat veguhestin. 25 rojan lêpirsîn ligel hat kirin û piştre bo beşa jinan a girtîgehê hat birin û heta niha bêyî hikumê wê were diyarkirin li wê derê hatiye ragirtin, bêyî ku xizmetguzariya pizîşkî jê re bê dabînkirin.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin